Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî û heyeta pê re di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de cara duyemîn bi Serokwezîrê Iraqê Hayda el Îbadî re hevdîtin kir.
Civîn li Ofisa Serokwezîriyê û bêyî çapemeniyê dest pê kir û wê di civînê de li ser îxrackirina neftê ku di navbera Bexda û Hewlêrê de sedema rageşiyê ye, parvekirina budçeyê û ji bo pêşmergeyan alîkariya çekan bisekinin.
Berdevkê Hikûmeta herêma Kurdistanê Sefîn Dîzayî beriya civînê daxuyanî da rojnamegeran û wiha got: "Her du alî jî dixwazin ku li hev bikin. Ji ber vê çendê em girîngiyê didin hevdîtinên yek û yek û heyetan. Lê dibe ku em ew qas pirsgirêkê di civînekê de çareser nekin."