Dinya

Bîden di mijara Ukraynayê da fikarên xwe ji Putîn ra got û banga "kêmkirina rageşiyê" kir

Dildar Baykan  | 14.04.2021 - Rojanekırın : 15.04.2021
Bîden di mijara Ukraynayê da fikarên xwe ji Putîn ra got û banga "kêmkirina rageşiyê" kir

Washington DC

 Joe Bîdenê Serokê Amerîkayê bi Vladîmîr Putînê Serokê Rûsyayê ra li ser têlefonê axivî û got ji ber zêdekirina eskerên li sînorê Ukraynayê di nav fikaran da ne û bang kir ku rageşiyê kêm bikin.

Di daxuyaniya Qesra Sipî da hat diyarkirin ku Bîden û Putîn îro bi têlefonê axivîn.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di hevdîtinê da gelek mijarên herêmî û kurewî nirxandin û wiha gotin: "Di hevdîtinê da hat gotin ku Peymana New STARTê were berfirehkirin, Amerîka û Rûsya di mijarên ewlehiya halê hazir û kontrola sîlahan da diyaloga îstiqrara stratejîk bidomînin."

- Bîden teklîfî Putîn kir ku li welatekî din lûtkeyê bikin

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Bîden di hevdîtinê da got ji ber êrîşên sîber ên Rûsyayê û midaxeleya hilbijartinê Amerîkayê ji bo berjewendiyên neteweyî gavên baş biavêje û wiha pê da çû: "Bîden got ku Amerîka ji bo desthilatdarî û yekîtiya erdê Ukraynayê teehuda xwe dubare dike. Bîden got ji ber zêdekirina eskerên li sînorê Ukraynayê û Qirima dagirkirî di nav fikaran da ye û bangî Rûsyayê kir ku rageşiyê kêm bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın