Dinya

Zilamekî hizr û ramanê û şervanê azadiyê: Aliya Îzetbegovîç

Li ser mirina Serokê ewil ê Bosna Hersekê Aliya Îzzetbegovîçê ku di seranserê jiyana xwe da seba hişyarkirina Misilmanên Boşnak têkoşîn da û di vê rêyê da du caran ket hebsê, 17 sal derbas bû

İbrahim Atmaca, Önder Beyter, Türkan Tosun  | 19.10.2020 - Rojanekırın : 20.10.2020
Zilamekî hizr û ramanê û şervanê azadiyê: Aliya Îzetbegovîç

Bosnia and Herzegovina

 Serokê ewil ê Bosna Hersekê Aliya Îzzetbegovîç di salvegera 17em a wefata wî da tê bibîranîn.

Ji bo ku li welatê wî hişmendiya Îslamê bi cih bibe û di navbera Boşnakên Misilman û gelên din ên welêt da wekhevî çêbibe, Aliya ji ciwaniya xwe pê va têkoşîn da. Sirp û Xirwat ji bo ku Bosna Hersekê li hev parve bikin, di salên 1990î da êrîş dan destpêkirin. Aliya li hember van êrîşan sekinî û di parastina serxwebûna welatê xwe da serkeftî bû.

Aliya Îzetbegovîç ji pênc zarokên Mustafa û Hîbayê yek û di 8ê Tebaxa 1925an de li bajarê Bosanskî Samacê hat dinyayê. Di 3 saliya xwe da bi malbata xwe ra barî Saraybosnayê kir û perwerdeya xwe li wê derê kuta kir. Ji ber ku li dijî civata Misilmanan cudakarî dihat kirin, Aliya di ciwaniya xwe da ket nav kesên ku dijî cudakariyê bûn.

Şerê Cîhanê yê Duyem hê dewam dikir, Ustaşa rejima faşîst a li Xirwatistanê Bosna Hersek îlhaq kir û şûna wê Dewleta Xirwatistanê ya Serbixwe (NDH) ava kir. Misilmanên welêt weke "Xirwat" hatin îlankirin, Cihû, Sirp û Roman rastî zilmên mezin hatin. Ji ber ku fikra Boşnakên Misilman û hin Xirwatan ne wek rejimê bûn, ew jî rastî zilmê hatin. Ji aliyê din va tevgera Çetnîkê ku ji Sirbên "nîjadperest" pêk dihat jî li hin herêmên ku lê serdest bûn, dest bi qetilkirina Misilmanan kirin. Armanca sereke ya Çetnîkan ew bû ku hemû miletên ne Sirb in, ji ser vê axê bi temamî paqijkirin bikin.

Aliya di dewra Qraltiya Yugoslavyaya berê da di nav rêxistina bi navê "Misilmanên Ciwan" da cih girt. Mebesta sereke ya vê rêxistinê ew bû ku Boşnakên Misilman ên li welêt werin hişyarkirin û perwerdekirin. Ev rêxistin ji bo ku di navbera Misilmanên li welêt û komên nijad û dînî yên din ên welêt da wekhevî çêbibe, dixebitî û armanca wê ev bû. Her wiha ji bo çêkirin û avakirina mizgeft û malên Misilman ên ku Çetnîk û Ustaşayan xerab kiribûn, dixebitî.

- Cezayê hebsê yê ewil

Piştî Şerê Cîhanê yê Duyem Komara Gel a Federal a Yugoslavyayê ava bû û faşîzm têk çû. Lêbelê dîsa jî di mijarên dînî û neteweyî da pirsgirêkên Boşnakên Misilman çareser nekirin. Hin endamên rêxistina "Misilmanên Ciwan" ku Aliya j îdi nav wan da bû, ji ber fealiyetên "hişyarkirina hişmendiya dîn" di 1964an da hat girtin. Aliya wê demê 21 salî bû û 3 sal cezayê hebsê danê.

Aliya piştî ku ji hebsê derket, qeyda xwe di Fakulteya Ziraetê da çêkir, 2 sal şûnda jî derbasî Fakulteya Hiqûqê bû û jê mezûn bû.

Aliya di sala 1949an da bi Halidayê ra zewicî û bi navê Leyla, Sabîna û Bakîr sê zarokên wan çêbûn.

Di serdema Yûgoslavyaya kevn a bi serokatiya Josip Broz Tito yê Marksîst-Lenînîst da jî Aliya têkoşîna xwe ya di warê mafên mirovan da domand û her wiha di rojname û weşanên wekî "Preporod", "Taqwîm" û "Glasnik" da bêyî ku nasnameya xwe eşkere bike, nivîs nivîsîn. Aliya nivîsên xwe bi mexlesê "LSB" ku ji herfa ewil a navên navzarokên wî pêk tê, nivîsîn.

Aliyayê ku ji nêz va bi rewşa alema Îslamê eleqedar bû, berhema xwe ya bi navê "Deklarasyona Îslamê" ku salên 1960î da dest bi nivîsandinê kir, di sala 1970yî da weşand.

- "Pêvajoya Saraybosnayê" û serdema duyemîn a girtîgehê

Dema Tito sala 1980yî mir, li Yûgoslavyayê dîskûra neteweperstiyê dîsa gur bû. Wan salan "sûcê îfadeyê" jî li qanûna cezayê zêde bû. Aliya berî ku berhema wî ya bi navê "Di Navbera Rojhilat û Rojava da Îslam" biweşe, sala 1983yan tevî 12 rewşenbîrên Misilman hat girtin.

Doza dîrokî ku wekî "Pêvajoya Saraybosnayê" tê binavkirin dest pê kir. Aliya û rewşenbîrên din ên Misilman bi sûcê îfadeyê û fealiyeta dijmintiyê ya bi avakirina rêxistina organîze va sûcdar hat dîtin. Biryara mehkûmetiya Aliya sipartin îfadeyên di berhema wî ya bi navê "Deklarasyona Îslamê" da. 14 sal cezayê hebsê li Aliya hat birîn.

Aliya di girtîgehê da jî nivîsî û her wiha berhema xwe ya bi navê "Reva Min a bo Azadiyê - Notên ji Zindanê: 1983-1988" di girtîgehê da nivîsî.

Aliya sala 1988an bi efûyê hat berdan.

- Wekî serokê giştî yê yekemîn ê Partiya Çalakiya Demokratîk hat hilbijartin

Aliya wekî serokê giştî yê yekemîn ê Partiya Çalakiya Demokratîk (SDA) ku sala 1990î hat avakirin û îro jî li Bosna Herkesê partiya herî mezin a Boşnakan e, hat hilbijartin. SDAyê di hilbijartina ewil a firepartî da li Bosna Hersekê herî zêde deng wergirtin, Aliya jî bû serokê Bosna Hersekê.

- Belavbûna Yûgoslavyayê û şerê li Bosnayê

Yûgoslavya destpêka 1990î ji hev belav bû. Artêşa Gel a Yûgoslav (JNA) sala 1991ê li Slovenyayê şer gur kir û kurtedemek şûnda li Xirvatistanê jî şer dest pê kir. Ev şer sala 1991ê pekiya gundên Ravno û Popovo yên Bosna Hersekê jî.

Dema li Yûgoslavyayê pêvajoya jihevbelavbûnê dest pê kir, li Bosna Hersekê jî mijara serxwebûnê hat rojevê. Siyasetmedarê Sirb Radovan Karadzic ku dê paşê ji ber sûcên wî yên di şerê li Bosnayê da cezayê hebsê bixwe, li dijî fikra serxwebûnê derket û îdia kir ku heger şer derkeve, Misilmanên li welêt dê tune bibin.

Referanduma dîrokî ya "serxwebûnê" 29 Sibat -1 Adar s1992yan da hat kirin. Ji sedî 99,7ê beşdarên referanduma ku piraniya Sirbên Bosnayî boykot kirin, ji bo Bosna Herseka serbixwe dengê erê dan.

Piştî referandumê komên Sirb ên JNA û yên paralîmîter êrîşî bajarên cuda ên Bosna Hersekê kirin. Aliya bangî gelê Bosnayê kir ku ew li hemberî van êrîşan li ber xwe bidin, kesên serxwebûnê dixwestin bi serokatiya Aliya têkoşîn didan.

Komên Sirb jin û zarok dikûştin, destdirêjiya jinan dikirin û merivan ji malên wan dûr dixistin. Çi pîroziyên Îslamê û Misilmanan hebûya binpê dikirin û di konbajaran da îşkence li sivîlan dikirin.

Kesên serxwebûna welêt dixwestin li bakur û rojhilat dijî Sirban şer dikirin, li başûr jî li hemberî Xirvatan têkoşîn dihat dayîn.

Hêzên Sirb qasî sê sal û nîvan paytext Saraybosna dorpêç kirin. JI bilî vê li bajarên Prîjedor, Bîjelîna, Zvornîk, Visegrad, Srebrenîtsa, Foça û yên din jî gelek komkujî çêbûn.

- Encama şer giran bû

Bi Peymana Aştiyê ya Daytonê va şer di sala 1995an da qediya. Nêzîkî 200 hezar kesî meriv mirin, ji milyonekî zêdetir kes ji malên xwe bûn.

Bi vê peymanê va Bosna Hersek wek (Federasyona Bosna Hersekê û Komara Sirban) û Herêma Xweser a Brçkoyê bû du perçe. Di Federasyona Bosna Hersekê da 10 kanton wê bihatana avakirin.

Aliya ji bo perymana Daytonê ya ku welêt ji hêla siyasî va tevlihev kiribû da wiha gotibû: "Ev be aştiyeke adil e, lê ji dewamiya şer baştir e."

Aliya Îzetbegovîç bû serokomarê ewil ê Bosna Herseka serbixwe û serokê ewil ê Konseya Serokatiya Dewletê.

- Aliya di 19ê Cotmeha 2003an da wefat kir

Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê Aliya di sala 2000î da ji wezîfeya xwe ya seroktiyê ya Konseya Serokatiya Dewletê îstifa kir û got ewê do kongreya partiya xwe ya 2001î da ji bo seroktiya giştî nebe namzed.

Aliyayê ku ji gelê Bosna Hersekê ra dewleteke serbixwe hişt di 19ê Cotmeha 2003an da wefat kir.

Beriya wefata xwe Aliya wek serokê dewletekê herî dawîn bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra hevdîtin kiribû.

Ji welatên cuda ji 150 hezarî zêdetir kes beşdarî cinazeyê bûn, ew li gor wesiyeta xwe li Gorsitana Şehîdian a Kovaçiyê ya li Saraybosnayê hat definkirin.

Aliya li dû xwe berhemên bi navê "Di Navera Rojhilat û Rojava da Îslam", "Deklarasyona Îslamê", "Reva Min a Azadiyê", "Şahidiya Min a Dîrokê" û "Emê Nebin Kole " hîşt. Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.