İbrahim Atmaca
19 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2020
Li Îranê jimara kesên ku di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 337 zêde bû û derket 30 hezar û 712an.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê daxuyanî da û diyar kir, di 24 saetên dawîn da li tevahiya welêt 337 kesên din ji ber Kovîd-19ê mirin û 4 hezar û 251 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.
Lariyê diyar kir ku bi vî awayî jimara giştî ya miriyan derket 30 hezar û 712an, jimara pêketiyan jî derket 534 hezar û 631an.
Berdevk Lariyê destnîşan kir ku ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 4 hezar û 771an giran e û heta niha 431 hezar û 360 kes jî qenc bûne.
Lariyê diyar kir li Îranê heta niha 4 milyon û 540 hezar û 455 test hatine kirin.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê daxuyand ku ji 31 eyaletên welêt 30 di nav herêmên "sor" û "birîsk" da cih digrin.
Ji ber ku pêketî zêde bûn, li paytext Tehran û eyaletên Qûm, Qazwîn û Elburzê tevdîrên tengavkirinê cardin hatin hildan.