İbrahim Atmaca
19 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2020
Ermenistanê agirbesta ku bi Azerbeycanê ra îlan kiribû, binpê kir û bi topên giran êrîşî fabirqeyeke pembû ya Tertera bajarê vî welatî kir.
Ji ser axa Ermenistanê bi topên giran êrîşî fabirqeyeke pembû ya li Koçerliya gundê Terterê kirin û şewateke mezin derket.
Rayedarên herêmê derheqê jimara kuştî û birîndaran da hê agahî parve nekirine.
Agirê ku bi depoya fabirqeyê ket, hê dişixule.
Ji aliyê Ermenistanê va avêtina topan dewam dike.
Ji ber êrîşan destûr nayê dayîn ku kes nêzî herêmê bibe.