Dinya, Li Xeta Eniya Azerbaycanê

Ermenistanê fuzeyên balistîk avêtin Sîzeyen, Gebele û Kurdemira bajarên Azerbeycanê

Haydar Şahin  | 22.10.2020 - Rojanekırın : 22.10.2020
Ermenistanê fuzeyên balistîk avêtin Sîzeyen, Gebele û Kurdemira bajarên Azerbeycanê

Baki

 Hat ragihandin ku artêşa Ermanistanê fuzeyên balistîk avêtin Sîzeyen, Gebele û Kurdemira bajarên Azerbeycanê.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê da hat destnîşankirin ku îro di saet 07.00an da 3 fuze avêtin Sîzeyenê, di saet 09.00an da 2 fuze avêtin Gebeleyê û fuzeyek jî avêtin Kurdemirê.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku fuze ji aliyê Ermenistanê hatin avêtin û sivîl xistin hedef.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di êrîşê da tiştek bi tu kesî nehat.

-Operasyonên artêşa Azerbeycanê dewam dikin

 Operasyonên artêşa Azerbeycanê yên ji bo axa xwe rizgar bike dabû destpêkirin, dewam dikin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê şev li hêla Axdere, Axdam, Fuzulî, Cebraîl, Zengilan û Gubadliyê operasyonan dewam kir.

Hat daxuyandin hêzên Ermenistanê bi top û hewanan va êrîşî xeta parastinê ya Azerbeycanê kirin, li aliyê Gubadliyê ji ber ku gelek zirar dît, vekişiyan.

Di daxuyaniyê da hat gotin aliyê Xocavendê di alaya potçî ya 155emîn a artêşa Ermenistanê da di nav personelên bataryaya D-20î da gelek birîndar hene, wesayîtên wan kêm bûne û rê girtîne ku ji ber vê nikarin birîndaran texliye bikin.

Hat gotin dildarên li bakurê Hadrutê beşdarî artêşa Ermenistanê bûne jî mewziyên xwe terk dikin direvin, li alaya muhrîp a 5emîn a Axdereyê jî ji ber êrîşên topên artêşa Azerbeycanê gelek eskerên Ermenistanê berteref bûn.

Hat ragihandin fermandarê tabura 3yemîn a alayê winda bûye, serokê qurmay hatiye kuştin, sitargeha binê erdê jî hatiye îmhekirin ku ji ber vê gelek hêzên Ermenistanê hatine kuştin.

Hat gotin li hemû eniyê kontrol di destê artêşa Azerbeycanê da ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.