ANKARA
Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Hoşyar Zebarî ji bo ziyaretên fermî roja înê dê were Tirkiyeyê.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatine hildan, ziyareta Zebarî piştî temasên Serokê Komîsyona Karên Derve yê Meclisê (TBMM) Volkan Bozkir eşkera bû.
Çavkaniyan destnîşan kir ku hê li ser programê dixebitin. Tê texmînkirin ku Zebarî dê bê Ankarayê û bi Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu re hevdîtinekê pêk bîne.