Rewa Mahmood Hasan,Emrah Akbulak,Bekir Aydoğan
24 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2022
Li Helebceya bajarê Iraqê Sasan Dilşadê 14 salî nêzîkî 3 sal berê sîvoreyeke birîndar derman kir û pê ra bû heval.
Dilşad 3 sal berê dema li baxçeyê bi bavê xwe ra digeriya sîvoreyeke birîndar ya ku ketiye çalekî dît û lê xwedî derket, ew derman kir û navê wê danî "Sma".
Ji wê rojê vir va Dilşad wek hevaleke nêzîk pê ra eleqedar dibe, hin tevgeran hînî sîvoreyê dike û jê gelekî hez dike.

- "Min her roj tiştek hînî wê kir"
Dilşad ji nûçegihanê AAyê ra got ew her roj tiştekî hînî sîvoreyê dike û wiha axivî: "Min rojekî ji wê ra got destê xwe dirêj bike û wê jî dirêj kir. Wê demê ez têgihîştim ku dikarim wê perwerde bikim. Her roj min tiştek fêrî wê kir."
Dilşad got dema kesek tê der û dora wî sîvore xwediyê xwe diparêze û wiha dewam kir: "Dema ez dibêjim aram be hûş dibe û rûdinê. Dema dibêjim ez hez ji te nakim ji min dûr dikeve. Dema dibêjim ez dixwazim te maçî bikim tê li cem min û bi min ra dilîze."
Dilşad anî ziman ku sîvore bûye endameke malbatê, ji bo ku ew tenê nemîne wan sîvoreyekî nêr aniye li cem wê û wiha axivî: "Zarok carna dixwazin wê bibînin û ji bo wê tên ber derî ku ew ji malê derkeve."
Dilşad got Sma gûz, behîv, fistiq û hêşînahiyê dixwe, diçe derva digere û paşê dîsa tê malê.