Günay Nuh
24 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2022
Qismekî rûyê Gola Aktaşê ya li ser sînorê Erdexanê ye bi sarbûna dinyayê va cemed girt.
Li bajêr bi sarbûna hewayê va rûyê çem, newal û lîçan cemed girt û ji ber hewaya sar jiyana rojane bi zehmetir dibe.

Gola Aktaşê ya ku li ser sînorê Tirkiye û Gurcistanê ye û 14 kîlomêtroyên wê jî di nav sînorên Tirkiyeyê da ye cemed girt.
Vedat Akkunê ji gundê Kenarbelê ya li keviya golê ye daxuyanî da rojnamegeran û got ku di rojên dawîn da hewa sar e û wiha domand: "Keviyên Gola Aktaşê jî niha cemed girt. Sarbûn dewam bike wê cemed zêdetir bibe."