Orhan Pehlül,Emin Tezerdi
24 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2022
Li Golbaşiya navçeya Adiyemanê kelekek binav bû cesedê kesê ku xeniqî hat dîtin.
Li navçeyê 3 kes li kelekê siwar bûn ku li gola Parka Siruştê ya Golbaşiyê masiyan bigirin.
Kelek binav û ew ketin golê.
Ji wan O.D. avjenî kir û xelas bû, lê V.E û K.Î. xeniqîn.
Paşê cesedê V.E. hat dîtin.
Ekîbên AFADê, yên Amirtiya Koma Binavê ya Midûriya Ewlehiya Bajêr di golê da cesedê K.Î. geriyan ku bibînin.
Ekîban cesed dît û şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Golbaşiyê.