21 Sibat 2019•Rojanekirin: 22 Sibat 2019
Ankara
Nasir Husoyê Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Efrînê diyar kir ku YPG/PKKya rêxistina terorê dixwaze li Efrînê rê li ber normalbûn û pêşketinê bibire.
Huso daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bazirganî û aboriya herêmê nirxand.
Huso destnîşan kir ku Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Efrînê ya ku jê ra seroktiyê dike parçeyekî meclisa herêmî ya Efrînê ye ku ji YPG/PKKya rêxistina terorê hat paqijkirin.
Huso got ji bo normalkirin û pêşxistina xebatên pîşesazî û bazirganiyê hatin ser wezîfeyê û wiha axivî: "Ji bo hêsankirina karûbarên bazirgan û ciwanan em ê îdareyeke teze ava bikin."
Huso got armanceke odeyê jî ew e ku îstixdamê zêde bike û ji meclisên herêmî ra çavkaniyê temîn bike.
Huso destnîşan kir ku li Efrînê çavkaniyên dewlemend hene û wiha pê da çû:
"Dema li herêmên din mêze dikin em dibînin ku rewşa Efrînê ji ya wan baştir e. Li vê derê dahat kêmzêde 150 dolar e. Kesên li welatên Yekîtiya Ewropayê her tim ji eqrebeyên xwe ra pere dişînin. Ji bo ku ev bi fermî werin kirin em hesasiyetê nîşan didin."
- "YPG naxwaze îstiqrar were Efrînê"
Huso diyar kir ku YPG/PKKya rêxistina terorê li Efrînê ewlehî û îstiqrarê naxwaze û wiha pê da çû: "Dema ewlehî tunebe aborî pêş nakeve. Hewcedariya bazirgan û pîşesazan a sereke ew e ku li herêmê ewlehî hebe. YPG naxwaze îstiqrar were Efrînê."
- Îxracata zeytûnan
Huso got piştî Efrîn ji terorê hat safîkirin cara ewil zeytûn îxrac kirin û wiha axivî: "Armanca herî mezin a hilberîneran ew e ku dexl û denê xwe îxrac bikin û nanê xwe bi dest bixin. Ji ber vê jî rêya îxracatê bi tenê Tirkiye ye. Li gor piyaseya navneteweyî biha hat eşkerekirin. Ji bo vê jî hem bazirganan hem jî hilberîneran pere qezenc kirin."
- Bi navbeynkariya PTTyê transfera pere tê kirin
Huso destnîşan kir ku şaxa PTTyê ya ku li Efrînê hat vekirin hewcedariya transfera pere ya gelê herêmê dibîne û wiha pê da çû :"Bi tenê PTT di ewlehiyê da pereyan transferê Efrînê bike. Em qeyda pereyên ku bi PTTyê ji gelê herêmê ra hatiye digrin. Bi vî awayî em di ewlehiyê da transfera pere pêk tînin."
- Pirsgirêka ceyranê li ser hilberînê tesîrê dike
Huso bal kişand ku pirsgirêka herî mezin a pêşesaz û hilberîneran ew e ku di ceyrana navçeyê da pirsgirêk derdikevin û wiha axivî: "Heke em vê pirsgirêkê çareser bikin aboriyê bi lez pêş bikeve."
Piştî ku di adara 2018an da navenda Efrînê ji terorê hat safîkirin li herêmê 7 meclisên herêmî hatibûn avakirin. Meclisên herêmî dixebitin ku hewcedariyên gelê herêmê bibînin.