29 Gulan 2019•Rojanekirin: 30 Gulan 2019
Li bakurê Sûriyeyê YPG/PKKya rêxistina terorê li herêmên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê yên li dora Til Rifatê agir berî eraziyê sivîlan da.
YPG/PKKya Til Rifat dagir kiribû duh bi şev li Mareya li herêma Herekata Mertalê Feratê û herêma Herekata Çiqlê Zeytûnê (Efrîn) agir berê zeviyên sivîlan da.
Di şewatê da 50 dolim erd bû xwelî, bi hewla yekîneyên Artêşa Azad a Sûriyeyê şewat hat temirandin.
Terorîstên YPG/PKKyî yên li Til Rifatê di 18ê gulanê da li Babê agir berî zeviyên sivîlan dabûn.
Til Rifta li başûrê Ezazê û başûrê rojhilatê Efrînê cî digre 3 sal e di dagiriya rêxistina terorê da ye. YPG/PKKyê 250 hezar sivîlên li vê derê bi zorê da koçkirin.