İbrahim Atmaca
16 Îlon 2018•Rojanekirin: 17 Îlon 2018
SILÊMANÎ
Li Iraqê piştî ku serokê meclisê hat kifşkirin, dor hate serokomar.
Piştî ku rejima Seddam Huseyîn têk çû, partiyên siyasî di nav xwe da peyman çêkir û li gor peymanê serokatiya meclisê didin sunniyan, serokwezîriyê didin şîeyan, serokomariyê jî didin Kurdan.
Aliyê ku heta niha di nav Kurdan da serokomar kifş dikir, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bû.
Li gor nûçeya li ser malpera înternetê ya fermî ya YNKê, rêvebirên payebilind ên partiyê, endamên polîtburoyê ji bo ku namzedê serokomariyê kifş bikin, duh bêyî çapemeniyê hevdîtin kir û civîna wan îro jî dewam kir.
Berdevkê Polîtburoya YNKê Sadî Ehmed Pîre beriya civînê daxuyanî da û got ku rojeva civînê ya sereke kifşkirina namzedê serokomariyê ye û hevdîtin dewam dikin.
Li gor nûçeyên medyaya Herêma Kurdistana Iraqê Fuat Mesûmê Serokomarê niha cardin dixwaze bibe namzed û ji bilî wî Berpirsê Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar, Serokê Koalîsyona Demokrasî û Edaletê Berhem Salih ku ji YNKê qetiya û par partiya xwe ava kir, Muhammed Sabîrê ku nêzî malbata Talabanî ye û Latîf Reşîd di nav namzedan da ne.
Fuad Mesûm piştî Celal Talabanî ji YNKê di sala 2014an da wek serokomar hatibû hilbijartin.
Li Iraqê ji bo avakirina hikûmetê meclisê rûniştina xwe ya ewil di 3yê îlonê da kiribû, duh jî ji Erebên Sunnî Mihemmed Halbûsî wek serokê meclisê hatibû hilbijartin.