02 Gulan 2016•Rojanekirin: 03 Gulan 2016
BEXDA
Li Iraqê xwepêşanderên alîgirê Rêberê Şîe Muqteda Sedir ji Herêma Kesk ya ku avahiyên hikûmetê lê ne vekişiyan.
Îxlas Ubeydî li meydana Tehrîrê li ser navê xwepêşanderan daxuyaniyek da û anî ziman ku biryara vekişîne dane. Ubeydî destnîşan kir ku vekişandin mercî ye û wiha domand:
"Pêwîsta Hikûmeta teknokratî di yek rûniştina parlementoyê da ava bibe. Heger ev pêkneyê, emê derbasî qonaxa jikarxistina serokwezîr, serokparlamento û serokomar bibin û piştra jî daxwaza hilbijartina pêşwext bikin. Heger ev jî pêkneyên, emê têkevin nivîsgehên serokwezîr, serokparlamento û serokomar û li wê derê dest bi bêîtaatiya sivîl yan jî dest bi greva giştî bikin."
Duhê hejmarek gelek ji alîgirên Rêberê Şîe Muqteda Sedir, li Bexadayê ketibûn Herêma Kesk ya parastî ku avahiyên hikumetê lê ne. Xwepêşanderan bi siloganên "Yên ku te (Sedir) tehdît dikirin li kuderê ne, va em ketin herêma kesk" girtibû ser parlementoyê û li wê derê dest bi xwepêşandanan kiribûn.