Sevim Hatun
01 Gulan 2016•Rojanekirin: 03 Gulan 2016
MARDİN
Li Dêra Protestan a Suryanî ya Mêrdînê ku restorasyona wê temam bû, piştî 60 salî Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin.
Li dêra Artûklûya navçeya Mêrdînê ku di sala 1856an da hat avakirin da ayîn hat kirin, di ayinê da bi tirkî, kurdî, erebî û suryanî lawij hatin gotin. Cimaeta suryanî ya ku beşdarî ayînê bû, li ber deriyê dêrê find pêxistin û dia kirin.
Keşe Ender Peker got ku piştî 60 salî ev cara ewil e ku li dêrê ayîn tê kirin û ew ji bo vê kêfxweş in.
Peker got ku dêr bi salan girtî bû, em ji ber vê aciz dibûn û wiha dewam kir: "Em Paskalyayê bi kêf û kelecan pîroz dikin, lê ji aliyê din va em ji ber bûyerên li welatê me diqewimin xemgînin. Bi taybetî li vê herêma ku em lê ne, bûyer zêde ne. Însanên me dimirin, mecbûr dimînin ku malê xwe biterikînin. Hêviya me ew e ku ev cejn bibe wesîleya aşîtiyê; lê tenê bi hêvîkirinê nabe dibê mirov dia jî bike."
Piştî ayînê, li beşdarvanan hêk û kate belav kirin.