Haydar Karaalp
30 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2022
Li Bexdaya paytextê Iraqê alîgirên Tevgera Sedr ku Muqteda es-Sedr lîderê wan e, xwe ji ser dîwarên beton ên der û dora Herêma Kesk ra diavêjin û hewl didin têkevin hundir.
Alîgirên Sedr serê sibehê zû li Meydana Tehrîrê ya paytext Bexdayê kom bûn û ji bo têkevin Herêma Kesk dest bi hilweşandina dîwaran kirin.

Koma li Herêma Kesk kom bû Mihemed Şiya Sûdaniyê namzedê serokwezîriyê yê Çarçoveya Kordînasyonê yê nêzîkî Îranê protesto dikin.
Alîgirên Sedr di 27ê Tîrmehê da bi armanca Sûdanî protesto bikin çalakî kiribûn û di ser Herêma Kesk da girtibûn û ketibûn avahiya Meclisê. Alîgirên Sedr li wê derê diruşmeyên dijî Îranê berz kiribûn.