Haydar Karaalp
30 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2022
Li Bexdaya paytextê Iraqê hêzên ewlehiyê midaxeleyî alîgirên Tevgera Sedr kirin ku hewl didin bikevin Herêma Kesk.

Hêzên Iraqê bi bombeyên deng midaxeleyî alîgirên Sedr kirin ku ji bariyên beton derbas bûn û xwestin bikevin Herêma Kesk ku nûnertiyên misyonên biyanî û avahiyên hikûmetê lê hene. Di midaxeleyê da 4 kes giran birîndar bûn kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Alîgirên Muqteda es-Sedr Mihemed Şiya Sûdanî protesto dikin ku di namzedê serokwezîriyê yê Çarçoveya Kordînasyonê ye. Ev saziya banî ya Şiî destekê ji Îranê digire.
Alîgirên Sedr di 27ê Tîrmehê da ji bona Sûdanî protesto bikin di dema çalakiyan da bi ser Herêma Kesk da girtibûn, ketibûn avahiya meclisê û dijî Îran ê diruşm berze kiribûn.