Dinya

Li Bexdayê alîgirên Sedr di ser Herêma Kesk da girt

Haydar Karaalp  | 28.07.2022 - Rojanekırın : 28.07.2022
Li Bexdayê alîgirên Sedr di ser Herêma Kesk da girt

Baghdad

Li Bexdaya paytextê Iraqê komeke alîgirên Tevgera Sedr li ber Herêma Kesk a ku avahiyên hikûmetê lê ne kom bûn, ji bariyerên beton derbas bûn û ketin Meclisê.

Koma ku Mihemed Şiya Sûdaniyê namzedê serokwezîriyê yê Çarçoveya Kordînasyonê yê nêzîkî Îranê protesto kir, li ber Herêma Kesk kom bû.

Dema komê xwest ji bariyerên beton derbas bibin, hêzên ewlehiyê midaxeleyî wan kirin. Lê hinek ji ser bariyeran ra derbas bûn û ketin Meclisê.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî bangî xwepêşandêran kir û ji wan xwest ku bila ew zirarê nedin malên kamuyê û demildest ji Herêma Kesk vekişin.

Neteweyên Yekbûyî bangî xwepêşanderên Iraqî kir ku bila hurmetê nîşanî saziyên dewletê bidin

Neteweyên Yekbûyî (NY) bangî xwepêşanderên Iraqî kir ku bila gorî rê û rêzikên navneteweyî rêzê nîşanî saziyên dewletê, bidin.

Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYê Farhan Haq di civîna çapemeniyê ya li Navenda Giştî ya NYê ya li New Yorkê hat kirin da protestoyên li Iraqê nirxand. Li Iraqê bi sedan piştgirên tevgera Sedr ji ber ku Mihemed Şiya es-Sûdanî bû namzedê serokwezîrtiyê dest bi protesto kirin û di ser avahiya parlementoya li Bexdayê da girtin.

Haq di daxuyaniya xwe da got: "Em ji herkesî dixwazin çawa ku di peyman û rê û rêgezên navneteweyî da jî hatiye diyarkirin bila li hemberî saziyên wiha pîroz rêzê nîşan bidin."

Li Iraqê ji ber dubendiya di navbera hêzên siyasî da ji 10ê Cotmeha 2021ê ku hilbijartina berwext a parlementeriyê hatibû kirin heta niha hikûmet nehatiye damezirandin û koalîsyona Şiî jî di 25ê Tîrmehê da ji bo namzediya serokwezîrtiyê Sûdaniyê 52 salî nîşan da.

Xwepêşanderên alîgirên tevgera Sedr jî li Qada Kesk a avahiyên hikûmetê lê ne kom bûn û bi hêzên ewlehiyê ra hatin hemberî hev û paşê komeke ji wan di ser avahiya Meclisê da girt.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın