Türkan Tosun
14 Adar 2019•Rojanekirin: 20 Adar 2019
Salih Xelîlê ji Helebçeyê yê ku di Komkujiya Helebçeyê da birîndar bûye û ji bo tedawiyê ew birine Îranê, lê şopa malbata xwe winda kiriye piştî 31 salan gihîşte malbata xwe.
Xelîlê 32 salî dema 9 mehî bûye di Komkujiya Helebçeyê da birîndar bûye û ew birîne Kirmanşaha bajarê Îranê ku bê dermankirin, lê wê rojê pê va malbata xwe nedîtiye.
Xelîl ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand wî wek ewlad dane malbatekî û di sala 2013an da ew cihê malbata xwe ya rastîn hîn bûye ku malbata wî li Helebçeyê dijî.
Xelîl got bi saya testên DNAyê wî şopa malbata xwe dîtiye û duh gihîştine hevdu.
- "Ez niha pir kêfxweş im"
Xelîl şabûna xwe anî ziman û wiha axivî: "Ez niha pir kêfxweş im. Ewqas kêfxweş im ku gotin têrê nakin. Bêdengî hesta herî xweş e. Peyv niha di hestên min ên kûr da veşartîne. Lê heke bi yek peyvê bê gotin, ez dikarim bibêjim ku ew jî evîna welat e."
Xelîl got ew dikare ji bo dîtina kesên din ên winda yên ji Helebçeyî alîkariyê bike û divê bi rêya mehkemeyê xebat bên kirin ku ew bên dîtin.
Xelîlê ku bavê xwe qet nedîtiye çû li ser gora bavê xwe, jê ra dia kir û giriya.
Ehmedê birayê Xelîl ê ku ew jî li Kirmanşahê winda bûye jî piştî 31 salan gihîşte birayê xwe.
Di 16ê Adara 1988an da bi fermana Saddam Huseyînê serokê Iraqê yê têkçûyî ferman da ku êrîşa kîmyewî bê kirin. Di vê êrîşê da gelek kes mirin, malbatên reviyan Îranê jî jê gelekan zarokên xwe li wir winda kirin.