Hemin Hüseyin
16 Adar 2017•Rojanekirin: 17 Adar 2017
HEWLÊR
Li Herêma Kurdistanê wek hemû salan 29emîn salvegera qetlîam û karesata însanî ya li Helebceyê tê yadkirin û dest ji bo duayên şehîdan bilind dibin.
Li Hewlêrê bi beşdariya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, wezîr û xebatên din merasimek hat sazkirin.
Yek ji beşdaran Meryem Qadir Ehmediya 30 salî bû ku rastî êrişê hatibû.
Meryem Qadir di esnayê êrişê de zarok bûye û piraniya malbata wê şehîd bûne. Ji aliyê malbateke Îranî ve hatiye xwedîkirin û mezinkirin.
Meryem par bi merasimekê li Helebceyê bi neferên mayî yên malbata xwe re şad bibû.
Ewê di merasimê ji bo pêşwaziyê li ser navê xelkê Helebceyê sipasiya Nêçîrvan Barzanî kir û
Tarîxa 16ê Adara 1988an rejima Bees a bi serekiya Seddam Huseyn, bajarê Helebceyê ku dikeve rojhilatê Herêma Kurdistanê û li ser sînorê Îranê ye kîmyabaran kir. Kîmyabaranê seet 11an dest pê kir û 5 deqîqeyan dewam kir. Loma her sal li Herêma Kurdistanê 16ê Adarê seet 11an 5 deqîqeyan ji bo bîranîna şehîdan hemû jiyan disekine.
Di encamê kîmyabaranê de 5 kezar kes; genc, kal, pîr, zarok, jîn şehîd ketin. Ji xelkê bajêr û derdorê 10 hezar kes jî birîndar bûn. Şûna vî sûcê însanî heta niha jî zindî maye. Gelek ji wan birîndaran xelas nebûn û wefat kirin. Kesên ku rastî wê êrişa kîmyayî hatin bi nexweşiyên cuda cuda ketin. Genetîka dê û bavan xera bû. Zarokên ku ji wan welidîn bi nexweşiyan ve hatin dinyayê. Hinek ji wan seqet, hin nebîna, hin ker, hin jî bi nexweşiyên hinavê jiyana xwe diborînin.
Li ser vê karesatê li Kurdistanê û derveyî welat gelek film hatin kişandin. Ji wan ê herî navdar filmê bi navê Kûsî Jî Difirin ê Derhênerê Kurd Behmen Qobadî ye.