14 Adar 2019•Rojanekirin: 15 Adar 2019
Li Îdliba bajarê Sûriyeyê girtiyên di girtîgeha ji hêla balafirên şer ên Rûsyayê hat hedefgirtin da diman, fîrar kirin.
Hat ragihandin qismeke girtiyan endamên DEAŞa rêxistina terorê ne.
Li gor agahiyên çavkaniyên herêmî duh dema Rûsyayê ji esman êrîşî Îdlibê kir qismeke girtîgeha li navenda bajêr zirar dît.
Piştî êrîşî girtiyên jê gelek ji ber sûcên dizî û revandina mirovran hatine cezakirin û qismeke endamên DEAŞê ji girtîgehê reviyan.
Hat ragihandin endamên DEAŞê yên ji ber gelek teqînên li bajêr berpirsyar in di girtîgehê da bûn.
Komên muxalif ên biçek ên dijî rejimê û muxalifên esker ji bo ku mehkûm bên girtin dixebitin. Li Îdlibê cihên kontrolê yên ewlehiyê zêdetir hesas tevdigerin û tevdîrên ewlehiyê hatin zêdekirin.
Hat gotin hin mehkûm bi alikariya sivîlan hatine girtin.