Dinya

Wezîrê Îstixbaratê yê Îsraîlê Cohen: "Ji normalbûna me û Sûdanê ra hindik ma"

İbrahim Atmaca  | 22.10.2020 - Rojanekırın : 23.10.2020
Wezîrê Îstixbaratê yê Îsraîlê Cohen: "Ji normalbûna me û Sûdanê ra hindik ma"

Quds

 Wezîrê Îstixbaratê yê Îsraîlê Elî Cohen diyar kir ku ji normalbûna Îsraîl û Sûdanê ra zehf hindik ma.

Cohen daxuyanî da têlevîzyona Kanal 13ê û diyar kir, piştî ku Amerîkayê Sûdan ji lîsteya welatên piştgiriyê didin terorîzmê derxist, di navbera Tel Avîv û Xartûmê da normalîzebûn pir nêzîk e.

Cohenê Wezîrê Îstixbaratê wiha got, "Ji normalbûna me û Sûdanê ra zehf hindik ma."

Rojnameya Israel Hayomê ku weke nêzî Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu tê zanîn, gotibû ku piştî Mîrektiyên Yekbûyî Yên Ereb û Behreynê di navbera Sûdan û Îsraîlê da jî peymana normalîzebûnê çêbû.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di 19ê cotmehê da daxuyanî dabû û diyar kiribû, heke ku Sûdan 335 milyon dolar tezmînetê bide qurbaniyên terorê yên Amerîkayî û malbatên wan, ew ê Sûdanê ji lîsteya "welatên ku piştgiriyê didin terorê" derxe.

Rêvebiriya Sûdanê jî di 20ê cotmehê da eşkere kiribû ku wan 335 milyon tezmîneta ku rêvebiriya Washingtonê xwestibû, ji wan ra şand.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın