Dinya

Li Libnanê wezîfeya avakirina hikûmeta nû dan Herîriyê Serokwezîrê berê

Haydar Şahin  | 22.10.2020 - Rojanekırın : 23.10.2020
Li Libnanê wezîfeya avakirina hikûmeta nû dan Herîriyê Serokwezîrê berê

Beyrut

 Mîşel Evnê Serokomarê Libnanê wezifeya avakirina hikûmeta teze da Saad Heririyê Serokê Tevgera Miteqbel û Serokwezîrê berê yê ji ber protestoyên ji bo kirîza aboriyê di 29ê cotmeha 2019an da îstifa kiribû.

Serokomar Ewn ji bo kesê di dewsa hikûmeta Hesen Diyab da hikûmeta teze ava bike were eşkerekirin bi komên siyasî yên li Mecisê ra hevdîtinên îstişareyê kirin û hevdîtin hatin temamkirin. Hikûmeta Hesen Diyab ji ber protestoyên seba teqîna li Bendera Libnanê çêbibû di 10ê tebaxê da îstifa kiribû.

Tevgera Misteqbel a Sinî, Tevgera Emelê ya di seroktiya Nebîh Berriyê Serokê Meclisê da, Partiya Sosyalîst a seroktiya wê Welîd Canbolatê serokê Dirzî dike, Partiya Marada ya Xiristiyan, Partiya Taşnak a Ermenî ji bo avakirina hikûmetê Herîrî tercih kirin.

Par ji ber krîza aboriyê protesto hatibûn lidarxistin, di hefteya duduyan a çalakiyan da Herîrî îstifa kiribû. Di hevdîtinên îstişareyê yên li Baabdaya Qesra Serokomariyê da ji 118 parlamenteran piştgirî dan Herîrî, 53 parlamanter jî bêalî man.

Di daxuyaniya nivîskî ya piştî îstişareyan ji Serokomariyê hat dayîn da hat destnîşankirin ku ji bo wezîfeya avakirina hikûme teze bidin Herîrî gazî Qesra Baabdayê kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın