ERBÎL
Hat ragihandin ku Komîteya Amadehiyê bi rojan e li ser Konferansa Neteweyî ya Kurdan dixebite. Lê îro cîvînek hat amadekirin û di civînê de hat diyarkirin ku wextê konferansê hatiye guhertin.
Ewil hatibû ragihandin ku konferans dê di 19-21ê tebaxê de dest pê bike, lê ji nû ve hat diyarkirin ku dê di 24-26ê tebaxê de dest pê bike. Lê ji hêla Komîteya Amadehiyê ve daxuyaniyeke fermî hîn nehatiye dayîn.
Endamê Komîteya Amadehiyê Gafur Mahmurî di daxuyaniya xwe de got ku 600 delege û 300 mêvan wê beşdarî konferansê bibin. Ji sedî 45 kontenjana konferansê ji bo partiyên siyasî û saziyan, ji sedî 30 ji bo endamên xweser û Saziyên Civakî yên Sîvîl û ji sedî 10 jî ji bo kesên xweser hatiye veqetandin. Ji bo jinan jî kontenjan hatine veqetandin.
Mahmurî der barê nîqaşên konferansê de jî wiha got: "Kongre nikare biryara avakirina dewleteke Kurdan bide. Di vê mertebê de serxwebûnî nikare bê îlankirin. Lewra rewşên siyasî ne li gor vê ye. Di vê konferansê de ji bo welatên cîran wê peyama aşitiyê bê dayîn. Tê hêvîkirin ku di konferansê de serokê gelê kurd jî bê hilbijartin."
Koordînatorê Însîyatîfa Azadîyê Adem Ozcaner daxuyaniyek da nûçegîhanê AAyê û di daxuyaniya xwe de got bi 8 komîteyên ku di civîna dawîn de avakirine, wê xebatên xwe bidomînin. Ozcaner ragihand ku delege û mêvanên ku beşdarî kongreyê bibin wê ji hêla van komîteyan ve bên diyarkirin.
Ozcaner diyar kir ku heke xebat negihîjin wextê konferansê dibe ku dîsa biguhere.