Nihat Kavşut
26 Adar 2019•Rojanekirin: 27 Adar 2019
Berdevkê Kremlînê Dimîtriy Peskov: "Ji ber biryara Amerîkayê ku li Girên Golanê dixwaze desthildariya Îsraîlê nas bike em xemgîn in û wê ev biryar bi xwe ra encamên neyînî bîne. Washingtonê gaveke nû avêt ku hiqûqa navneteweyî binpê dike."
Peskov li paytext Moskovayê ji ber ku Donald Trumpê Serokê Amerîkayê biryara li Girên Golanê dixwaze desthildariya Îsraîlê nas bike îmze kir daxuyanî da rojnamevanan.
Berdevkê Kremlînê Dimîtriy Peskov diyar kir ev biryara li Sûriye û Rojhilata Navîn wê bi xwe ra encamên neyînî bîne û got ku em ji ber vê biryarê xemgîn in.
Peskov diyar kir Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn wê bi Mişel Ewnê Serokomarê Libnanê ra ku serdana Moskovayê kir ra mijarê gotûbêj bike.
Girên Golanê yên li başûrê Sûriyeyê ji Şerê Şeş Rojan ya di sala 1967an vir va ji hêla Îsraîlê va dagirkirî ye. Îsraîlê di sala 1981an da yekalî destnîşan kiribû Girên Golanê îlhaq kiriye, lê civaka navneteweyî biryara Îsraîlê nas nake.
Trump duh biryara li Girên Golanê dixwaze desthildariya Îsraîlê nas bike îmze kiribû.