Dinya

Ji Îsraîlê li dijî Xezeyê 50 êrîşên asîmanî hatin kirin

Di êrîşên balafirên şer ên Îsraîlê yên ku ji duh şev vir dijî Xezeyê hatin kirin de 10 Filistînî birîndar bûn

Fatih Gazioğlu  | 26.03.2019 - Rojanekırın : 27.03.2019
Ji Îsraîlê li dijî Xezeyê 50 êrîşên asîmanî hatin kirin

Gazze

Balafirên şer ên Îsraîlê duh şev vir va dijî Xezeyê 50 êrîşên asîmanî kirin. Di êrîşan 10 Filistînî birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya ku ji Ofîsa Çapemeniyê ya Hikûmetê hat dayîn, balafirên şer ên Îsraîlê ji duşemê şev hetan niha dijî 50 êrîşên asîmanî birin ser herêmên Xezeyê yên cuda.

Di daxuyaniyê hat gotin ku di êrîşan de 10 Filistînî birîndar bûn û hat gotin:

"Di êrîşan da ofîsa Îsmaîl Heniyeyê Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê, avahiya şirketa Multezîmê ya sîgortayê, li taxa Nasirê du avahî, kursek û bêndergeheke masîgiran û 20 zevî bûn hedef."

Balafirên şer yên Îsraîlê ji bilî van li 9 cihên eskerî yên komên berxwedanê jî xistin.

Piştî ku roketeke ji Şerîda Xezeyê hat avêtin û duh serê spêdê li bakurê Tel Avîvê li xaniyekî ket, Hêzên Îsraîlê dest bi bombordûmana hedefên Hemasê kiribû.

Di êrîşên Îsraîlê da li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê hatibû dayîn 7 Filistînî birîndar bûbûn.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın