Fatih Gazioğlu,Önder Beyter,Elif Orhan
26 Adar 2019•Rojanekirin: 27 Adar 2019
Wezareta Karê Derve ya Kanadayê der barê biryara Amerîkayê ya li ser Girên Golanê daxuyanî da û got ew vê biryarê nas nakin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva ya Kanadayê da wiha hat gotin: "Kanada li gor hiqûqa navneteweyî, kontrola mayinde ya Îsraîlê ya li ser Girên Golanê nas nake. Di vê mijarê da pozîsyona Kanadayê eynî ye. Ev biryar dijî hiqûqa navneteweyî ye. Îsraîl dostê me ye. Em dixwazin Îsraîl bi cîranên xwe re di ewlehî û aştiyê da bijî."
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê duh belgeya ku desthilatdariya Îsraîlê ya li ser Girên Golanê nas dike îmze kiribû.
Li ser vê Tirkiye jî nav de Îngîltere, Rûsya, Yekîtiya Ereban, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê daxuyanî dabûn û gotibûn ew vê biryarê nas nakin.
Ji Qeterê li dijî biryara Amerîkayê ya li ser Golanê bertek
Wezareta Karên Derva ya Qeterê wiha daxuyand, "Îsraîl li ser Girên Golanê hiqûq û rêveberiya xwe ferz dike ku tu bandoreke hiqûqî ya vê yekê tuneye û ev yek bêhikûm e."
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva ya Qeterê da wiha hat gotin, "Doha balê dikişîne ser wê helwesta xwe ya rêgezî ku Girên Golanê ku dagirkirî ye, axa Ereban e."
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Îsraîl biryara Konseya Ewlekariyê ya NYyê ku sala 1981an bi jimare 497 va li ser Girên Golanê hat dayîn, piçûk dibîne. Heger hûn ji bo Îsraîla ku biryarê piçûk dibîne bibin pişt jî, ew yek dê neguhere û dê wê rastiya ku Golana dagirkirî axa Ereban e, neguherîne. Îsraîl li ser Girên Golanê hiqûq û rêveberiya xwe ferz dike ku tu bandoreke hiqûqî ya vê yekê tuneye û ev yek bêhikûm e."
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku Îsraîlê divê biryarên navneteweyî bi cih bîne û Girên Golanê jî di navê da ji hemû erdên Ereban ên ku xwe kişandiye ser, vekişe û jê derkeve.
Ji Lubnanê ji bo Amerîkayê berteka "Girên Golanê"
Serokomarê Lubnanê Mîşel Ewn diyar kir ku Amerîka bi biryara xwe ya Girên Golanê hiqûqa navneteweyî îxlal dike û got ku "Mafê serokên welatên biyanî tune ku li ser axa welatên din biryarê bidin."
Ewnê ji bo ku têkiliyan dayne hat Moskovayê bi Serokê Dumaya Dewleta Rûsyayê Vyaçeslav Volodîn ra hat bal hev.
Ewn di hevdîtinê da biryara Girên Golanê ya Amerîkayê rexne kir û wiha axivî: "Pêngavên bi vî awayî yên Amerîkayê hiqûqa navneteweyî û biryarên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bi eşkereyî îxlal dikin."
Awn destnîşan kir ku ji ber biryara Trump Ereban "rojeke reş" derbas kirin û got ku "Mafê serokên welatên biyanî tune ku li ser axa welatên din biryarê bidin."
Serokê Dumayê Volodîn jî got ku Amerîka KENYê tune dihesibîne û divê hemû dewlet hember biryara Amerîkayê dengê xwe bilind bikin.
Girên Golanê yên li Başûrê Sûriyeyê ji Şerê Şeş Rojan a di sala 1967an vir ve ji aliyê Îsraîlê va hatiye dagirkirin. Îsraîl di sala 1981ê da eşkere kiribû ku yekalî Girên Golanê îlhaq kiriye lêbelê civaka navneteweyî ev biryar nas nekiribû.
Trump duh biryara serokatiyê ya ku desthilatdariya Îsraîlê ya ser Girên Golanê nas dike îmze kiribû.