Şerife Çetin
31 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2025
Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) diyar kir ku jimara degûşên ku ji 23yê kanûnê vir va li Xezeyê ji ber sermayê mirin derket 7an û hişyarî da dibe ku bêtir zarok û dergûş ji ber serma û çavkaniyên kêm bimirin.
Rîcardo Pîresê Birêvebirê Ragihandinû yê UNICEFê der barê dergûşên ku li Xezeyê ji ber sermayê mirin da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Pîres destnîşan kir ku ev mirinên pêkan bû ku pêşî lê bê girtin nîşaneyea şertên ku malbat û zarok 14 meh in dijî wan têdikoşin e û got ku "Heke mirov bide ber çav ku dê germahî bêtir bikeve û serma zêde bibe mixabin muhtemel e ku bêtir zarok û dergûşên ku rastî miameleyên deremirovî dimînin û nikarin ji semrayê bên parastin bimirin."
