Haydar Şahin
08 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2017
NEVŞEHIR
Li Kapadokyaya ku ji bo tûrîzma Tirkiyeyê navendeke girîng e piştî berf barî kevirên cinan çîl û sipî bûn û tûrîstan eleqeyeke mezin nîşanî wan dan.
Kapadokya bi geliyên ku ji kevirên tebiî pêk tên, bajarên binerd, şikeftên otêl û manastira di zikê keviran da hatiye çêkirin tê zanîn. Zivistanê herî zêde tûrîstên ji welatên rojhilata dûr eleqeyê nîşanî herêmê didin.
Bi milyonan sal berê agirê ji Erciyes, Çiyayê Hesen û Gulludaxê pekiya vê derê û bû kevir, paşê bi şilî û bayê va axa li ser van keviran rabû û dîmenên xweşîk derketin holê. Piştî barîna berfê ser keviran berf girt û van dîmenan bala tûrîstan kişand.
Tûrîst destê sibê bi otobêsên turan va derbasî Goreme, Uçhîsar, Çavuşîn, Zelve, Paşabaxî û gelek ciyên dibin û li vê derê wêneyan dikişînin.
Dîmenên ku bi droneyê hatine kişandin nîşan dan ku Kapadokya di her demsalan da xwedî xweşikahiyên cuda ye û kevirên cinan jî wekî bûkên bixêlî xanê dikin.
Cengîz Ozcanê rêberê tûrîstan ê profesyonel diyar kir ku ji ber barîna berfê tûrîst zehf kêfxweş bûn, ziyaretvan di nav dîmenan da kelecanî bûn.
Ozcan wiha axivî: "Di her demsalê da Kapadokya cuda xanê dike. Ji ber ku herêm çîl û qerqaş bû kêfa gerê jî xweş bû. Zivistanê herî zêde tûrîstên ji Japonya, Çîn, Malezya û Koreya Başûr tên Kapadokyayê. Dîmenên biberf kêfa tûrîstên ji Japonyayê zehf xweş dikin.