Turîstê ji Çînê di 4 mehan da li 7 welatan geriya
Huang Yanleiyê 36 salî yê 4 meh berê bi bîskîleta xwe ji Çînê derkete rê li 7 welatan geriya û ji Îranê ra hat Tirkiyeyê.

Muş
Yanleiyê li Çînê zîv dikire û difroşê ji vir 4 meh berê biryar da ku jî Çînê derkeve rê, rêya Îpekyoliyê teqîb bike û were Tirkiyeyê.
Yanleiyê bi bîskîleta xwe derkete rê di 4 mehan da bîskîlet ajot li Qirxizistan, Uzbekistan, Pakistan, Efxanistan, Tirkmenistan, Êrmenisyan û Îranê geriya.
Yanleî ligel sermayê dev ji rêwîtiyê berneda ji sînorê Wanê ra hate Tirkiyeyê. Hedefa Yanleiyê di nav 2 rojan da hat Mûşê ew e ku rêwîtiya xwe li Stenbolê temam bike.
Yanleî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di hewaya sar da ajotina bîskîletê gelekî zor e, ji ber vê hin caran tengasiyê dikişîne.
Yanleî destnîşan kir ku ji vir 4 mehê ji Çînê derkete rê û wiha pê da çû: "Min rêya Îpekyoliyê teqîb kir û welatên li ser rê ziyaret kirin. Ez ji Îranê ra hatim Wanê û derbasî Mûşê bûm. Ez ê ji vê derê herim Kapadokya, Îzmir û Stenbolê û rêwîtiya xwe xilas bikim. Tirkiye zehf xweş e. Min bi gelek kesan ra nasiya xwe da hev û gelekî dostxerîb in. Her kes tiştan îkramî min dike û bê pere xwarinê dide min."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.