ANKARA
Dozgeriya Komarê ya Stenbolê operasyonên ku navenda wan Stenbol e dabû destpêkirin û di çarçoveya operasyonan de 16 kes hatin girtin û sewqî girtîgeha Metrîsê kirin. Li gor hin îdiayan têkiliya Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê (DYA) bi van operasyonan re heye. Li ser vê Serbolyozê DYAyê yê Ankarayê Francîs Rîccîardone destnîşan kir ku tu eleqeyeka welatê wî bi van operasyonan re tuneye.
Tê îdiakirin ku Rîccîardone gotiye "Ew ambargoya ku me dabû ser Îranê wê bi navbeynkariya Banqaya Halkê were rakir. Ji bo ku em rê li ber vê bigrin me dest bi xebatan kir. Ji îro bi şûnde hûnê hilweşandina împaratoriyê temaşe bikin." Li ser van îdiayan Rîccîardone li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek belav kir û wiha got: "Tu têkiliya DYAyê bi van operasyonên gendeliyê ku dewam dikin re tuneye. Hevkarî û hevaltiya di navbera DYA û Tirkiyeyê ji bo her du welatan jî pir girîng e. Bila tu kes bi îdiayên derew navbera me xera neke. Civîna ku tê gotin jî tu carê nehatiye kirin û ew îdia hemû derew û îftira ne."