Abdullah Tel
19 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2018
WASHINGTON
Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump îdia kir ku li dinyayê welatê herî bi talûke Meksîka ye û daxwaza xwe ya avakirina dîwarê di navbera sînorê Amerîka û Meksîkayê da dubare kir.
Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der barê fikra li ser sînorê Meksîkayê avakirina dîwar da tiştên nû nivîsî.
Di peyama xwe da Trump got: "Ji bo ewlehî û ewlekariya welatê me hewcedariya me bi dîwar heye. Ji bo ku em bikaribin rê li ber hatina tiryaka komî ya ji Meksîkaya welatê herî bi talûke yê dinyayê tê hesibandin, bigirin hewcedariya me bi dîwar heye. Heke dîwar tunebe peyman jî tuneye."
Trump îdia kir ku hemû mesrefên dîwar jî wê ji hêla Meksîkayê va bên dayîn.
Wezareta Karên Derva ya Meksîkayê jî ji ber îdiaya "welatê herî bi talûke yê dinyayê" bertek nîşanî Trump da û ragihand ku li Meksîkayê tundî heye lê ew welatê herî bitalûke yê dinyayê nîne û ev nêrîn şaş e.