Nihat Kavşut
19 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2018
EZAZ
Ji Efrîna herêma li Sûriyeyê PYD/PKKa rêxistina terorê bi topan êrişî 2 nexweşxaneyên li Ezaza ser sînorê Tirkiyeyê kir û di êrişê da 12 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan PYD/PKKê di saet 01.00ê da nexweşxaneyeke psîkiyatriyê û nexweşxaneyeke welidîna jinan li Ezaza ser sînorê Tirkiyeyê dan ber topan.
Rayedarên nexweşxaneya psîkiyatriyê daxuyanî dan nûçegihanê AAyê û destnîşan kirin ku li gor agahiyên ewil 4 jê giran 12 nexweş birîndar bûn.
Li gor agahiyan kesên birîndar sewqî nexweşxaneyên derdorê kirine û di nexweşxaneya ku qederê 200 nexweşên wê hebûn da xisar çêbû.
Hat diyarkirin di heman demê da dijî nexweşxaneyeke welidîna jinan jî êriş hat kirin.
Li gor agahiyan guleyên topê li texma nexweşxaneyê ketin û di êrişê da kes nemir û birîndar nebû.
Rayedarên ewlehiyê yên li Ezazê destnîşan dikin ku PYD/PKK di mehên dawîn da bi top û hewanan ji Efrînê êrişî Ezazê dike.