04 Nîsan 2017•Rojanekirin: 04 Nîsan 2017
WASHÎNGTON
Serokê DYAyê Donald Trump ji ber êrîşa terorê ya ku li St.Petersburga Rûsyayê ya di metroyê da hat kirin de bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn re li ser telefonê axivî û sersaxî da.
Qesra Spî der barê êrîşê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Serok Trump got ku ji bo kesên ev êrîş kirine ku bên girtin û derxin mehkemeyê wê arîkariyê bide. Di axaftinê de hem Serok Trump hem jî Serok Putîn biryar da ku li dijî têkoşîna terorîzmê bi hev ra hereket bikin."
Di metroya St.Petersburga bajarê Rûsyayê da duh teqînek çêbûbû. Di êrîşa terorî de 10 kes miribûn û 47 kes jî birîndar bûbûn.