Ekip
03 Adar 2017•Rojanekirin: 04 Adar 2017
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu betalkirina civîna Wezîrê Dadê Bekîr Bozdagê ku li Almanyayê wê bi gelê tirk ra bikira û hat betalkirin bi bîr xist ku ji bo betalkirinê berê jî hewlên wiha hatine dayîn û got: "Ev bû sepandina sîstematîk a dewleta veşartî ya Almanyayê."
Çavuşoglu, digel Wezîrê Karên Derva û Bazirganiya Derveyî Peter Szijjarto re li Avahiya Resmî ya Wezareta Karên Derva civiya. Piştî civînê daxuyanî da rojnamevanan.
Çavuşoglu betalkirina civîna Wezîrê Dadê Bekîr Bozdagê ku li Almanyayê wê bi gelê tirk ra bikira û hat betalkirin bi bîr xist ku ji bo betalkirinê berê jî hewlên wiha hatine dayîn û got: "Ev bû sepandina sîstematîk a dewleta veşartî ya Almanyayê."
Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva der barê Almanyayê da got, "Divê hûn me wek şirîkekî hevta bibînin. Tirkiye welatekî di bin emrê we da nîne. Hûn patronê Tirkiyeyê nînin. Hûn di asta ewil Tirkiye jî di asta 2yan da nîne. Em ji we ra wisa nakin. Dibê hûn jî ji Tirkiyeyê ra wek şirîkekî hevta tev bigerin."
Wezîrê Karên Derva wiha dewam kir: "(Li Almanyayê) Zordariya ku hûn li civata tirkan dikin, civata tirkan têk nabe. Hûn nikarin serkeftî bibin. Werin bên bi hev ra hereket bikin. Ji bo civata tirkan jî em bi hev ra bixebitin."
Çavuşoglu bibîr anî ku Tirkiye dewletek e û divê Almanya li gor wê tevbigere û wiha axivî: "Heger hûn dixwazin bi me ra bixebitin, divê hûn bizanibin bi me ra çawa tevbigerin. Bi vê rêbazê nabe û ev kar wiha dewam nake. Em ê jî bersiva vê bidin. Em texsîr nakin û bersiva vê didin. Hûn li ser encama vê bifikirin."
Herwiha Çavuşoglu bal kişand ser qedexekirina bernameya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî û got Almanya rê da rêxistina terorî PKK li wê derê civînan li dar bixe û serkirdeyên wê bi awayekî zindî beşdar bibin:
"Hûn rê didin ku serekên terorê biaxivin lê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdoganê bi dengê xelkê hatiye hilbijartin asteng dikin. Tu dera vê nayê îzahkirin."