03 Adar 2017•Rojanekirin: 03 Adar 2017
MÛSIL
Hat ragihandin ku li Şengala navçeya Mûsila Iraqê di navbera milîtanên herêmî yên PKKya rêxistina terorê û pêşmergeyên ji Sûriyeyê da şer derket.
Mîralay Qadîr Şêx Memiyê ji fermandarên pêşmergeyên Sûriyeyê yên bi navê Pêşmergeyên Rojê tên naskirin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Duh hêzên me yên ku li herêmê xwestin ji bajaroka Sînûnê derbasî gundê Xanesûrê bibin lê Yekîneyên Parastina Şengalê pirsgirêk derxist."
Memî destnîşankir ku 3 komên girêdayî PKKê li ser pêşmergeyên xwestin bikevin Xanesûrê da gule barandin û di şer da 4 pêşmerge û 3 milîtan birîndar bûn.
Mîralay Memî diyar kir ku şer sekinî lê hêrsa herdu aliyan jî hê jî neşikestiye.
Nêzî 500 pêşmergeyên ji Sûriyeyê ku girêdayî Wezareta Pêşmerge ya Rêveberiya Herêma Kurdistanê ne ji bo PKK ji Şengalê bê derxistin wek hêza teqwiye ji ser sînorê Iraq-Sûriyeyê sewqî bajaroka Sînûnê kiribûn.
PKKya rêxistina terorê êrîşa DEAŞa rêxistina terorê ya di sala 2014an a li ser navçeya Şengalê ji xwe ra wek hincet nîşan da û ket herêmê.