Abdullah Tel
03 Adar 2017•Rojanekirin: 03 Adar 2017
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu betalkirina civîna Wezîrê Dadê Bekîr Bozdagê ku li Almanyayê wê bi gelê tirk ra bikira û hat betalkirin bi bîr xist ku ji bo betalkirinê berê jî hewlên wiha hatine dayîn û got: "Ev bû sepandina sîstematîk a dewleta veşartî ya Almanyayê."
Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva der barê Almanyayê da got, "Dibê hûn me wek şirîkekî hevta bibînin. Tirkiye welatekî di bin emrê we da nîne. Hûn patronê Tirkiyeyê nînin. Hûn di asta ewil Tirkiye jî di asta 2yan da nîne. Em ji we ra wisa nakin. Dibê hûn jî ji Tirkiyeyê ra wek şirîkekî hevta tev bigerin."