Muhammet Kurşun
2017 ж. 05 қыркүйек•Rojanekirin: 2017 ж. 06 қыркүйек
ANKARA (AA) - Tirkiye, ji bo sekinandina qetlîam û zilma dewleta Myanmarê li ser Arakanê û regezperestên Bûdîst a ji 25ê Tebaxê vir ve didome hewldaneke zêde di qada navneteweyî de dike.
Li gor agahiyên peyamnêrê AAyê kom kirin, artêşa Myanmarê, ji 25ê Tebaxê vir ve, bi hinceta "mucadeleya li dijî milîtanên çekdar" êrişan dibe ser Misilmanên Arakanê û rewşa însanî li vê herêmê her ku diçe xerabtir dibe.
Tirkiye ji bo ku drama însanî ya Misilmanên Arakanê bigihîne dinyayê di qada navneteweyî de xebateke mezin dimeşîne. Di vê çarçoveyê de Serkomar Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Derveyî Mevlut Çavuşoglu, digel gelek serokên welatan, wezîr û rêxistinên navneteweyî re ji roja 25ê Tebaxê ku êrişan dest pê kir vir ve gelek axaftinên telefonî kirin.
Serkomar Erdogan ji bo qetlîam û rewşa însanî ya li Arakanê bi lîdera Myanmarê Aung San Suu Çiiyê re axaftineke telefonî kir. Di axaftinê de hat destnîşankirin ku îxlalên însanî li dijî Misilmanên Myanmarê di serî de welatên Îslamî li hemû dinyayê dibin sedemê fikaran.

Erdogan û Wezîra Derveyî û Berpirs ji Serokatiya Dewletê Çii li ser çareseriya krîzê û mijara gihandina arîkariyên însanî axivîn.
Erdogan, do piştî merasima cenazeyê Xelîl Îbrahîm Gurel ku li Çukurcaya Hekariyê şehîd ketibû li Çatalcaya Stenbolê derbasî avahiya AK Partiyê bûbû û li wir gotibû: "Em ê pevajoya Myanmarê jî di 19ê mehê da li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi berfirehî bînin rojevê. Em ê bi lîderên li wê derê ra jî biaxivin. Lêbelê min wek Serokê Heyamê yê Teşkîlata Hevkariya Îslamê kêmzêde bi 20 lîderên dinyayê ra xeber da û hê jî diaxivim."
Serkomar Erdogan piştî nimêja eydê ku li Camiya Hz. Elî ya li Kisikliya Uskudarê kir, û der barê zilma li Arakanê diqewime û rewşa alema îslamî de wiha axivî:
"Mixabin cîhana îslamî bi awayekî xemgîn dikeve Eyda Qurbanê. Ji aliyekî ve şerê li Sûriye û Iraqê, ji aliyekî din ve jî pevçûnên li Arakanê. Li welatê me jî malûm e mucadeleya em li dijî terorê didin heye... Ev hemû bivênevê geşedanên bûne rêgir ku em eydê wek eydê pêşwazî bikin. Lê çi dibe bila bibe helbet emê vê mucadeleya xwe di nav welat û li derveyî sînorên xwe li hemberî her tehdîdê bi biryardarî bidomînin."
Serkomar Erdogan di bernameya eydaniya Teşkîlata Stenbolê ya Ak Partiyê de jî axivî û li ser mijara Arakanê sekinî û wiha got:
"Ev sê roj in, wek serokê heyamê yê Teşkîlata Hevkariya Îslamî li serokên dewletan digerim. Li Sekreterê Giştî yê NYê geriyam. Ez bi wan re axivîm û digel hemû van axaftinên min ez li benda xemxwiriyê me. Înşellah piştî 19ê mehê Lijneya Giştî ya NYê dicive. Emê van mijaran li wir berfirehtir bînin ziman. Emê ji hemû dinyayê re vê ragihînin. Emê di hevdîtinên dualî de jî bînin ziman. Kes behs neke jî emê biaxivin."
Der barê rexneyên hin kesan de ku gotine çi eleqeya Tirkiyê bi Arakanê heye, Erdogan wiha şirove kir:
"Carinan di rojnameyan, televizyonan û medyaya civakî de hin kesan dibînim ku gazinan dikin dibêjin çi eleqeya Arakanê bi ve heye, hûn çima xwe tevlî vî karî dikin? Yên van gotinan dibêjin, ji tarîxa xwe bêhay in, ecdadê xwe nas nakin. Ev derdor nizanin ku li Myanmarê mekanê şehîdên me heye. Erê belkî Arakan ji aliyê cografî ve ji me dûr e, lê wek Pakistan, Hindistan û deverên din di nav sînorên cîhana dilê me de ne. Divê em vê wisa bizanin."
Erdogan nirxandina berfireh wiha kir:
"Ne tenê Misilmanên li Arakanê, komên dînî û nijadî yên din jî di bin zexteke giran de ne. Yên ku çavên xwe ji vê zilma di bin maskeya demokrasiyê de tê kirin re digirn hemû şirîkên vê qetlîamê ne. Medyaya cîhanê jî şirîka vê qetlîamê ye, lewra bi qasî xezaleke rêya xwe winda kiriye, çûkekî baskşkestî yê ketiye baxçe û masiyekî ku rim xwariye qîmet nadin van qetlîaman. Li Arakanê nîv esir berê jimara Misilmanan 4 milyon bû, lê bi qetlîam û zextan ev daketiye 3 yekê, alema îslamê ya ku li hemberî vê bêdeng maye jî drameke din e."
Wezîrê Derveyî Mevlut Çavuşoglu jî ji bo çareseriya krîza Arakanê bi hemtayên xwe û nûnerên saziyên navneteweyî re axivî.
Li gor agahiyên ku ji çakaniyên dîplomatîk hatin sitandin, Wezîr Çavuoglu dê piştî civîna wezîrên Tirkiye-Azerbeycan-Gurcistanê ya ku ew ê cara 6an bê lidarxistin here Bangladeşê.
Çavuşoglu dê di ziyaretê da bi rayedarên Bangladeşê re li ser rewşa Misilmanên ji Arakanê û qetlîaman biaxive, kampa li Coxs Bazarê ya ku Misilmanên ji Arakanê lê dimînin ziyaret bike.
Çavuşoglu der barê qetlîamên li dijî Misilmanên ji Arakanê dîplomasiyeke zêde dimeşîne, di van demên dawîn da bi Ebûl Hesen Mehmûd Eliyê hemtayê xwe yê Bangladeşê, Anîfah Amanê Wezîrê Derveyî yê Malezyayê, Retno Mersûdiyê Wezîrê Derveyî yê Endonezyayê, Şêx Mûhemed Bin Ebdurrehman Al Saniyê Wezîrê Derveyî yê Qeterê, Mûhemmed Cewad Zerîfiyê Wezîrê Derveyî yê Îranê û Kofî Annanê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê berê re li ser rewşa Misilmanên ji Arakanê axivîbû.
Tirkiyê herwiha bi ÎHH, Heyva Sor, ÎHAK, û gelek rêxistinên din ên xêrxwaziyê arîkariyên însanî gihandin Misilmanên Arakanê. Li gelek bajaran jî ji bo mezlûmên vê derê nimêjên xiyabî hatin kirin.