Abdullah Tel
05 Îlon 2017•Rojanekirin: 06 Îlon 2017
ANKARA
Li Sûriyeyê hêzên rejima Beşar Esed diyar kirin ku wan dagirkeriya DEAŞa rêxistina terorê ya ya li Deyra Zora ser sînorê Iraqê şikênand.
Li gor nûçeya SANAya ajansa nûçeyan a rejimê, hêzên rejimê xwe gihandin Lîwaya Topê ya 137an a li navenda bajarê Deyr Zorê ye û ketin nav bajêr.
Hêzên rejimê yên bi saya piştgiriya hereketa esmanî ya Rûsyayê va pêşva çûn û di meha adarê da navçeya Tedmûrê (Palmîra) paşve sitendibûn û berê xwe dabûn Deyr Zora ku milîtanên DEAŞê lê kom dibûn.
Hêzên rejimê serê meha borî bajaroka Suqneya li rojhilatê Humsê dikeve rizgar kiribûn û Çiyayê Birşeya û gundên Bir Kuseybe, Tar El Tarfawî û Qesr Tarwafiyê ji rêxistina terorê xilas kiribûn.
Bi vî awayî hêzên rejimê ji aliyê rojava va ketibûn nav sînorê Deyr Zorê.
Li gor jimartina nifûsê ya dawîn nêzî 230 hezar kes li Deyr Zorê dijiya û di Tîrmeha sala 2014an da piraniya bajêr ketibû destê DEAŞê.
DEAŞa li çoltera bajêr xwedî tesîr bû li navend û derdora wê jî dora hêzên rejimê girtibû.