Haydar Şahin
2017 ж. 05 қыркүйек•Rojanekirin: 2017 ж. 05 қыркүйек
ANKARA
Di çarçoveya "Bernameya Parvekirina Tecrûbeyê ya Afrîkayê ya 2017an" a di kordinasyona Serokatiya Ajansa Kordinasyon û Hevkariya Tirkan (TÎKA) da bi piştgiriya Rêhewaya Tirkiyeyê (THY), Ajansa Anadoluyê (AA) û Saziya Radyo û Televizyonê ya Tirkiyeyê (TRT) da hat amadekirin da qasidên dildar ên TÎKAyê alîkariya mirovahiyê dan hewcedarên 18 welatan.
Xwendekarên ji 200 zanîngehî di çarçoveya bernameyê da çûn 18 welatên wek Urdin, Sûdan, Tûnis, Etiyopya, Somalî, Tanzanya, Kenya, Senegal, Gîne, Kamerûn, Nîjer, Çad, Burkîna Faso, Gana, Uganda, Libya, Cezayîr û Libnanê.

Qasidên dildar li xwendingeh, êtîmxane, pirtûkxane û îbadetxaneyên ku bi destê TÎKAyê û saziyên civaka sivîl hatin tesîbtkirin tevlî xebatên temîrat, tedîlatê bûn û ji bo dîtina hewcedariya amûran tevlî amadekirina projeyan bûn.
Xwendekarên ku tevlî xebatên bernameyê yên li welatan bûn ji nûçegihanê AAyê ra qala hest û fikrên xwe kirin.
Mehmet Ferah Yildirimê ji Zanîngeha Marmarayê yê ku tevlî ekîba Burkîna Fasoyê bibû bal kişand ser Bernameya Parvekirina Tecrûbeyê û got, "Bi vê bernameyê va hemû pêşdarazên me serobino bûn û me tecrûbeyeke mezin qezenc kir. Me di saya vê bernameyê da dît ku alîkarîdayîn karekê çito ye û kesekî bi alîkariyê kêfxweş dibe çawa şa dibe."

- "Bernameya Parvekirina Tecrûbeyê ya Afrîkayê ya 2017an"
Bernameya Parvekirina Tecrûbeyê ya Afrîkayê ya 2017an" a di kordînasyona Serokatiya Ajansa Kordînasyon û Hevkariya Tirkan (TÎKA) da bi piştgiriya Rêhewaya Tirkiyeyê (THY), Ajansa Anadoluyê (AA) û Saziya Radyo û Televizyonê ya Tirkiyeyê (TRT) û alîkariya Weqfa Ciwaniyê ya Tirkiyeyê, Komeleya Ciwanan a Navneteweyî, Cemiyeta Belavkirina Ilim, Weqfa Siyasaliyan, Weqfa Dinyaya Teze, Komeleya Qelemê, Komeleya Ciwaniyê ya Anadoluyê, Yekîtiya Xwendekarên Anadoluyê û Komeleya Lêkolînên Civakî û Zanistî ya Perwerdeyê û saziyên civaka sivîlan hat amadekirin.