Abdullah Tel
05 Îlon 2017•Rojanekirin: 05 Îlon 2017
QUDIS
Artêşa Îsraîlê ji bo tetbîqata eskerî ya herî mezin a 20 salên dawîn, amadehiyan dike.
Li gor çapemeniya Îsraîlê tetbîqata navê Şefê berê yê MOSSADê Meir Dagan lê kirin li ser sînorê Libnanê û bi rêveberiya Fermandariya Parastina Bakurê Îsraîlê wê bê kirin.
Tê plankirin ku bi deh hezarî esker wê beşdarî tetbîqata 11 rojî bibin. Hat îdiakirin ku hedefa Meîr Dagana tetbîqata eskerî Hîzbullah e.
Rojnameya Yedioth Ahronotê ya Îsraîlê di nûçeya xwe ya spart çavkaniyeke eskerî yê Îsraîlê da got: "Armanca tetbîqatê amadehiya êrîşeke li Başurê Libnanê ya li dijî Hîzbullahê ye."
Di nûçeyê da çavkaniyê eskerî ragihand ku armanceke din a tetbîqatê jî ew e ku rê li ber milîtanên Hîzbullahê yên ji sînor derbas dibin, bigrin.
Di tetbîqatê da hêzên artêşa Îsraîlê yên beja, hewa û behrê û şaxên îstixbaratê jî cih bigirin.