Ömer Koparan
04 Hezîran 2022•Rojanekirin: 05 Hezîran 2022
Til Rifetiyên li navenda navçeya Ezazê ya li sînorê Tirkiyeyê û hawirdora wê dijîn li Sîccuya xaçerêya Ezazê civiyan,
Til Rifetiyên ji cihê xwe hatine kirin YPG/PKKya rêxistina terorê ku malên wan dagir kiriye protesto kir û xwest ku Artêşa Tirkiyeyê (TSK) û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê operasyonê bidin destpêkirin.

Di destê Til Rifetiyên ku beşdarî xwepêşandanê bên da dovîzên li serê "Em dixwazin ku zilên YGP û rejima Esed xilas bibe", "Em dixwazin vegerin axa xwe", "Em piştgiriyê didin TSK û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ku axa me xilas bikin", "Em dixwazin ku axa me ji terorê bê xalîkirin" hebûn.
Terorîstên YPG/PKKyî bi piştgiriya asîmanî ya Rûsyayê va di sibata 2016an da Til Rifetê bi dest xistibûn.

Rêxistina terorê li Til Rifetê kêm zêde 250 hezar sivîlan ji cî û warên wan kiribû, nifûsa navborî xwe sipartibû herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê.
YPG/PKK ji vir êrîşî cih û warên li herêma Herekata Mertalê Feratê û Herekata Çiqlê Zeytûnê û hêzên ewlehiyê yên ku ewlehiyê pk tînin û kozikên şervanên mixalif dike.