Nazir Aliyev Tayfur
03 Hezîran 2022•Rojanekirin: 04 Hezîran 2022
Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy diyar kir, di şerê ku Rûsyayê dijî welatê wî da destpêkirin da serkeftin wê bibe para wan.
Zelenskiy di roja 100em a şerê Ukrayna-Rûsyayê da li ser hesabê xwe yê medyaya civakî axivî.
Zelenskiy got, "Serokê Partiya Xizmetkarê Gel a Ukraynayê David Arakhamia li vê derê ye, Berdevkê Ofîsa Serokatiya Dewletê Andrey Ermak li vê derê ye, Şêwirmendê Ofîsa Serokatiya Dewletê Mihail Podolyak li vê derê ye, Serokê Dewletê li vê derê ye" û wiha dewam kir:
"Ekîba me pir mezintir e. Artêşa Ukraynayê li vê derê ye. Ya herî girîng însanê me, însanê welatê me li vê derê ne. Sed roj in em Ukraynayê diparêzin. Serkeftin ya me ye."