Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê

Zelenskiy ji bo mizakereyên digel Rûsyayê Stenbol jî di nav da 5 bajar pêşniyaz kir

Talha Yavuz  | 27.02.2022 - Rojanekırın : 28.02.2022
Zelenskiy ji bo mizakereyên digel Rûsyayê Stenbol jî di nav da 5 bajar pêşniyaz kir

Kiev

 Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimir Zelenskiy diyar kir, ji bo mizakereyên digel Rûsyayê, şûna Belarûsa ku êrîş li dijî welatê wî tên kirin, wî Stenblol, Varşova, Bakû, Bratîslava an jî Budapeşte pêşniyaz kir.

Zelenskiy di vîdeo peyama xwe ya ku parve kir da der heqê ciyê ku dê ji bo mizakereyên digel Rûsyayê were destnîşankirin da daxuyanî da.

Zelenskiy diyar kir, ji bo mizakereyan ne wan, lê Rûsyayê Mînsk hilbijart. Zelenskiy got ku 4 roj berê ji xaka Belarûsê li dijî Ukraynayê fuzeyên kruz hatin agirkirin, balafir, helîkopter û tankan Ukraynayî kuştin û mal wêran kirin.

Zelenskiy destnîşan kir ku mîna 1941ê, 4 roj berê jî di saet 04.00an da êrîş hat kirin û wiha got, "Hûn razan lê em hişyar bûn. Em êdî ranazên, em şer dikin, em ji bo welatê xwe şer dikin."

Zelenskiy diyar kir, heger ji xaka Belarûsê li dijî welatê wan êrîş nehatibûya kirin, wan dê ji bo mizakereyan Mîns qebûl bikira ku ji xwe gava Belarûs bêalî bû, wan gelek carî li wir mizakere pêk anîn.

Zelenskiy wiha dewam kir, "Helbet em aştiyê dixwazin, em dixwazin şer bi dawî bibe. Ji bo mizakereyên digel Rûsyayê, şûna Belarûsa ku êrîş li dijî welatê me tên kirin, me Stenblol, Varşova, Bakû, Bratîslava an jî Budapeşte pêşniyazî aliyê Rûs kir. Welatekî ku ji xaka wê li dijî welatê me bombe nayên şandin, me qebûl e. Bi tenê bi vî awayî meriv dikare mizakereyan bi awayekî dirust bike û şer bi dawî bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın