ERBÎL
Hûrguliyên êrîşên li bajarê herî mezin yê Herêma Kurdistana Iraqa Federal Hewlêrê li dijî Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê hatin kirin, her diçe zelal dibin. Di êrîşên ku bi wesaîtên bombebarkirî de li gor agahiyên ewil 5 jê çalakvanên xwekuştinê bi tevahî 9 kes mirin û 50 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nuçegihanê AAyê ji berpirsyariyan bi dest xist, li ber avahiya Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê ya Hewlêrê, wesaîteke bombebarkirî hate teqandin. Piştî teqînê ambulansek hate cihê bûyerê, lê bombeya di hundirê ambulansê de jî hate teqandin.
Piştî teqînê pevçûn çêbûn û hêzên ewlehiyê 3 çalakvanên xwekuştinê beriya ku ew bombeyên li ser xwe biteqînin, kuştin.
Di 5 teqînên li du hev çêbûn de û di pevçûnan de 5 jê çalakvanên xwekuştinê bi tevahî 9 kes mirin û 50 kes jî birîndar bûn.
45 birîndar rakirin Nexweşxaneya Rojavayê, 5 birîndar jî rakirin Nexweşxaneya Rojhilatê. 4 hêzên ewlehiyê jî rakirin Nexweşxaneya Acîl a Hewlêrê lê ew li wir mirin.
Waliyê Hewlêrê Nevzat Hadî daxuyand ku 5 jê çalakvanên xwekuştinê, 4 jê hêzên ewlehiyê, bi tevahî 9 kes mirin.
Hêzên Pêşmergeyan destûr nadin ku tu kes ji Hewlêrê derkeve û têkeve Hewlêrê. Ji bo cihên stratejîk jî destûr nayê dayîn ku wesayît biçin û bên.
Hêzên ewlehiyê gule barandin ser rojnamevanên ku hewl didan wêne û videoyan bikşînin. Pêşmergeyan dest da li ser makineya wênekişiyê ya nûçegihanê AAyê. Telefon û karta çapemeniyê ya nûçegihanê TRTyê jî jê standin. Kameraya Rudaw Tvyê jî şikandin.