ÎSLAMABAD
Li gor agahiyan li Sûka Kîssa Kavaniyê ya nêzîkî Qereqola Polêsan ya Han Rezzakê êrîşeke xwekuştinê çêbû. Di êrîşê de 37 kes mirin û 100 kesî zedetir jî birîndar hene. Li cihê teqînê çaleke mezin çêbû.
Hat ragîhandin ku di êrîşê de 13 kesên ji heman malbatê, yên ku ji gundê Şapkadara girêdayî Peşaverê ji bo dewatê diçûn bajêr jî mirin.
Serokomar Hûseyîn Memnûn û Serokwezîr Muhammed Navaz êrîş şermezar kirin û ji bo malbatên ku eqrebayên wan di êrîşê de mirin ser saxî dan.