Talîbanê 30 polêsên Efxanistanê kuşt
Milîtanên Talîbanê 30 polêsên ku li Bedexşana wîlayeta Efxanistanê hêsîr girtibûn kuşt.
Afghanistan
KABUL
Hat ragihandin ku milîtanên Talîbanê 30 polêsên ku li Bedexşana wîlayeta Efxanistanê hêsîr girtibûn, kuşt.
Wekîlê Şûraya Bedexşanê Kemak Bek Huseynî diyar kir ku milîtanan êrîşî qereqola polêsên herêmî ya li navçeya Tegabê kirin û polêsên qereqolê hesîr girtin.
Huseynî destnîşan kir ku endamên rêxistinê 30 polêsên ku hesîr girtibûn dan ber guleyan û kuştin.
Waliyê Bedexşanê Ehmed Faysal Begzad jî diyar kir ku di êrîşê da 11 polês hatin kuştin û ji 20 polêsên ku li qereqolê bûn, xeberek nehat ber destê wan.
Walî Begzad got ku der barê bûyerê da lêpirsîn hat destpêkirin.
Zîdullah Micahîdiyê berdevkê Talîbanê jî diyar kir ku wan di êrîşê da 46 polêsên herêmî kuştin.