Muhammet Kurşun
08 Mijdar 2017•Rojanekirin: 09 Mijdar 2017
MOSKOVA
Bolşevîkên di serkirdayetiya Vladimir Lenin de 7ê Çiriya Paşîn a 1917an de dawî li Rûsyaya Çarî anîn û qedera dinyayê guherandin, ew Şoreşa Oktoberê di sala 100emîn de ye.
Şoreşa Oktoberê yek ji bûyerên herî muhîm ên tarîxa nûjen tê jimartin. Xelkê Rûsyayê ji ber Cenga Cîhanî ya Yekem bêhal ketibûn û 23ê Sibata 1917an rijiyabûn ser kolanan. Şoreşa Oktoberê jî bi vê bûyerê dest pê kir. Navenda protestoyan jî paytexta wê demê St. Petersburg bû, lê ji ber ku navê wê dişibiya Almanî wek Petrograd hatibû guherandin.
Xelkê ku nan jî bi dest nediket daketin kolanan û dest bi protestoyan kir. Di nava çend rojan de vê protestoyê cihê xwe ji serhildana bi dehê hezaran re hişt. Çar Nîkolayê 2emîn ku li serê hikûmetê bû, ji bo rêlibergirtina serhildanê biryar da ku artêşê bixe dewrê. Mudaxeleya tund a artêşê bu sedemê kuştina 40 xwepêşandêrî. Ji ber vê yekê di nava artêşê de acizî û guhnedayîna emrê fermandeyan dest pê kir.
Her ku çû artêşê zêdetir piştgiriya xwepêşandêran kir û derbasî aliyê wan bû. Li ser vê Çar Nîkolayê 2emîn piştî serhildana ku bi hefteyan dewam kir, împeratoriyeta ku zêdetir duçarî kaosê dibû li pey xwe hişt û 2ê Adara 1917an mecbûr ma ji ser text dakeve. Hikûmeteke "demkî û şikestok" a bi serokatiya Aleksandr Kerenski ava bû ev tevlihevî dewir girt û dest bi rêvebirina welat kir.

“Dîktatoriya Proletaryayê ”
Li pey van bûyerên ku wek Şoreşa Sibatê hat binavkirin, di demeke kin de aktorên sereke yên Şoreşa Oktoberê ku dê birêveçûna dinyayê guherandibana derdiketin ser dikê.
Vladimir Leninê ku ji 10 salan zêdetir bi daxwaza xwe li Ewropaya Rojava jiyana sirgûniyê bi ser dibir, 3ê Nîsana 1917an vegeriya Petrogradê. Lenin çawa ku vegeriya demildest alîgirên Bolşevîk kom kirin û ragihand ku ew hikûmeta bi serokatiya Kerenski nas nakin.
Bi dirûşmên wek "Aştî, Nan, Xak" ku muqabilî daxwazên xelkê dihatin û daxuyaniyên li ser bidawîanîna Cenga Cîhanî ya Yekem ku millet jî dianî ziman piştgiriya Bolşevîkan di nav civakê de her ku diçû zêdetir dibû. Biryarên li ser berdewamkirina şer heta serkeftinê û pêngavên reformê yên ji têrkirina zikê xelkê dûr bûn aciziya li dijî hikûmetê zêdetir kirin.
Bi vî awayî pêvajoya rûxandina hikûmeta demkî ji aliyê Bolşevîkan ve û çêbûna Şoreşa Oktoberê jî dest pê kir.
Şeva ku 6ê Çiriya Pêşîn bi 7ê ve girêdide, hêzên Bolşevîkan di demeke kurt de qeweteke muhîm a eskerî jî bi dest xist û bi pêşengiya Lev Troçkiyê yek ji sîmayên giring ên şoreşê dest bi hereketê kir.
Bolşevîkan di demeke kin de avahiyên hikûmetê yên li Petrogradê bi dest xistin û hemleyên Kerenski yên ji bo berxwedanê bêencam man. Rêbeverî derbasî Bolşevîkan bû.
Hikûmeta nû ya Lenin ku wek “Dîktatoriya Proletaryayê" dihat binavkirin, di şerê hêzên li dijî Bolşevîkan de jî bi ser ket û Yekîtiya Sovyetê 1922an de ava bû.
Yekîtiya Sovyetê nêzîkî 70 salî umir kir, bû navenda destpêka gelek mucadeleyên azadiya neteweyan. Digel jidestdana bi milyonan însanî û kişandina azaran, pîşesaziya Rûsyayê di vê serdemê de gelekî pêşde çû. Di Cenga Cîhanî ya Duyem de jî li dijî Naziyan serkeftineke baş bi dest xist.
Ehemmiyeta Şoreşa Oktoberê ji aliyê Tirkiyê ve jî têra xwe mezin e. Eger li şûna Bolşevîkan rejima Çarî li Rûsyayê berdewam kiriba, dibe ku Şerê Serfiraziyê bi awayekî din encam bida.
Di roja me de jî, rapirsiyên tên kirin nîşan didin ku nêviyê Rûsyayê ji rûxîna dewleta Sovyetê poşman e. Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn jî got cudabûnên civakî ji bo Rûsyayê wek nexweşiyên kujer in û ew muhtacî dewleteke bihêz in.