Dlshad Saifaalddin Ahmed
08 Mijdar 2017•Rojanekirin: 09 Mijdar 2017
SILÊMANÎ
Serokê Grûba Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê li Meclisa Iraqê Musenna Emîn diyar kir ku; "Eger hikûmeta Iraqê ciddî be û nexwaze krîzekê li ber Herêma Kurdistanê durist bike û dawî li vê tevliheviyê bîne wê demê lazim e ji bo vê gavan biavêje."
Parlamenterê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê li Meclisa Iraqê Musenna Emîn der barê têkiliyên Bexda û Hewlêrê de daxuyanî da peyamnêrê AAyê.
Li ser peywendiyên Iraqê û Herêma Kurdistanê Musenna Emîn wiha axivî:
"Eger hikûmeta Iraqê ciddî be û nexwaze krîzekê li ber Herêma Kurdistanê durist bike û dawî li vê tevliheviyê bîne wê demê lazim e ji bo vê gavan biavêje û rewşê aram bike. Hikûmeta navendî heta niha jî ji bo guftûgoyê ne amade ye. Li ser wê binemayê jî qise dike ku divê rapirsî were hilweşandin. Lê belê meseleya hilweşandinê ne di destê hikûmeta Herêmê de ye. Li gor yasayê rapirsî bi rapirsiyeke din tê hilweşandin. Ew biryar bi raya xelkê bi xwe tê hilweşandin. Destpêkirina guftûgoyê di navbera herdu aliyan de bi nîşandana niyetpakiyê dibe."
Parlamenterê Yekgitûyê bangewazî li hikûmeta Iraqê kir û wiha got:
"Divê hikûmeta navendî bizane ku hikûmeta hemû Iraqê ye û lazim e mesûliyeta xwe jî di vir de jî bîne cih, daha ku li herêmên din dike. Niha nefta Kerkûkê û ya herêmên din ketiye bin destê Bexdayê. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî amadeyiya nîşan daye ji bo radestkirina neftê bo Bexdayê. Tu hincet ji bo hikûmeta Iraqê namîne ku budçeya Herêmê nede."
Ji bo zexta ku Bexda li ser Herêmê çêdike jî Musenna Emîn wiha nirxandin kir:
"Serokwezîrê Iraqê dixwaze zêdetir zextê li ser Herêma Kurdistanê çêke da ku di rewşeke qels de muameleyê pê re bike. Hikûmeta Iraqê tu carî ji dil baweriya wê bi federaliyetê nebûye, ya li Herêma Kurdistanê heye ji neçarî wek emrekî waqî qebûl kiriye. Loma nerasterast her demê hewl daye ku desthilatên Herêmê kêm bike û niha jî referandûm ji xwe re kiriye hincetek."
Di dawiyê de jî got:
"Mesele ne ew e ku Hikûmeta Iraqê dixwaze yasayan bicih bike. Ya rastî armanca wê ew e ku Herêma Kurdistanê û xewnên wê sînordar bike. Dixwaze hikûmeta Herêmê ceza bike da ku piştre muameleyê pê re bike."