Dinya

Sivîlên ji cî û warên xwe bûn şîvar û şerpeze ne

Ji ber ku rejima Beşar Esed bi alîkariya esmanî ya Rûsyayê li başûrê Îdlibê pêşva diçe sivîlên ji cî û warên xwe bûn û koçî kampên li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê kirin şîvar û şerpeze ne

Nihat Kavşut  | 17.08.2019 - Rojanekırın : 19.08.2019
Sivîlên ji cî û warên xwe bûn şîvar û şerpeze ne

İdlib

Rejima Beşar Esed bi alîkariya esmanî ya Rûsyayê li başûrê Îdlibê pêşva diçe loma sivîlên ji cî û warên xwe bûn û koçî kampên li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê kirin şîvar û şerpeze ne.

Îsa Şakirê ji navçeya Latamîneyê ku li dorbera bakurê Hemayê dikeve daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir cara ewil 5 sal berê koçî başûrê Îdlibê kirine û got ku ji wir jî me ji mecbûrî koçî kampên li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê kir û em ê ji vir jî herin ku derê nizanim.

Mihemed Ehmedê ji dorbera başûrê Îdlibê koç kiriye diyar kir ji ber êrîşên esmanî û bejayî revîne û got ku rêyên ji dorbera Hemayê heta dorbera Îdlibê ku diçin ser sînorên Tirkiyeyê ji wesaîtan vala nabin.

Mistefa Evdilayê ji Kefrenbîla navçeya Îdlibê destnîşan kir ji ber êrîşên esmanî û ji ber ku rejim pêşva diçe malên xwe terikandine.

Evdilayê bi taybetî dewletên Ereban bangî civaka navneteweyî kir wiha got: "Heger wijdan û merhemet mabe bira alîkariya me bikin. Belkî em cardin vegerên ser mal û halê xwe. Malbata me giran e. Ez dia dikim ku dewletên mezin çareyekê ji me ra bibînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın